Hejmara goriyên bagera kavilker li eyaleta Mîsîsîpîya Amerîkayê bilind bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340401-hejmara_goriyên_bagera_kavilker_li_eyaleta_mîsîsîpîya_amerîkayê_bilind_bû
Hejmara goriyên bagera wêranker li eyaleta Mîsîsîpîyê ya Amerîkayê gihîşte 26 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2023 11:37 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên bagera kavilker li eyaleta Mîsîsîpîya Amerîkayê bilind bû

Hejmara goriyên bagera wêranker li eyaleta Mîsîsîpîyê ya Amerîkayê gihîşte 26 kesan.

Di halekî da ku lêgerîn û rizgarkirinê li Mîsîsîpîyê piştî qewimîna bagera mirinbar oli vê eyaleta Amerîkayê didome, rayedarên xwecihî ragihandin ku herî kêm 25 kesan li eyaleta Mîsîsîpîyê û kesekî jî li eyaleta Alabamayê canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, giraniya bagerê ewqasî bûye ku çend gund û bajar wêran bûn û “Rolîng Fork” li rojavayê şaristana Şarkîyê hema bêje bi tamî ji nav çûye.

Fermandarê eyaleta Mîsîsîpîyê rewşa awarte ji bo gihandina alîkariyê bo ziyandîtiyên ji ber bagerê ragihandiye.

Pêşbînî nîşan didin ku bager û babelîskên giran biryar e îro anku (Yekşemî) li gorî dema xwecihî biryar e hin navçeyên Alabama û Corciyayê bigire ber xwe û dê hin zîpik jî pê ra hebin.