Pêgîriya Pûtîn li ser şikesta siyaseta welatên rojavayî ya dijî ûrisan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340135-pêgîriya_pûtîn_li_ser_şikesta_siyaseta_welatên_rojavayî_ya_dijî_ûrisan
Serokomarê Rûsiyê pêgîrî kir, hewldana welatên rojavayî ji bo bêistiqrarkirina Rûsiyê tûşî şikestê bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 15, 2023 12:10 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Pûtîn li ser şikesta siyaseta welatên rojavayî ya dijî ûrisan

Serokomarê Rûsiyê pêgîrî kir, hewldana welatên rojavayî ji bo bêistiqrarkirina Rûsiyê tûşî şikestê bûye.

Viladêmîr Pûtîn, serokomarê Rûsiyê, ragihand, welatên rojavayî bi qeyrana aborî, ji bo bêistiqrarkirina Rûsiyê hewl dan, lê vê armanca wan serê xwe negirt.

Pûtîn herwiha got, welatên rojavayî texmîn dikirin û çaverê bûn berhemanîna netewî ya Rûsiyê sedî 20 kêm bibe lê ev yeka neqewimî.

Serokomarê Rûsiyê pêgirî kir ku hinekan fikir dikirin dema ku kompaniyên welatên rojavayî ji Rûsiyê derkevin, her tişt wê têk here lê kompaniyên ûris ketin dewsa kompaniyên welatên rojavayî. Wî berî nika jî gotibû ku siyaseta kontrol û lawazkirina Rûsiyê, ji bo welatên rojavayî stratêjiyeka demdirêj e û boykotan derbeyên zaf li gişt abora cîhanê dan.