Şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an du beranber zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340101-Şandina_çek_û_sîlehan_bo_ewropayê_di_sala_2022’an_du_beranber_zêde_bûye
Saziyeke lêkolîna navneteweyî ragihand ku şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an de du beranber zêde bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2023 15:06 Asia/Tehran
  • Şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an du beranber zêde bûye

Saziyeke lêkolîna navneteweyî ragihand ku şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an de du beranber zêde bûye.

Saziya Lêkolînên Navneteweyî ya Stockholm’ê bal kişand ser du beranberbûna şandina çek û sîlehan bo Ewropayê di sala 2022’an û argihand ku şandina çek û sîlehan bo Ukraynê bi hinceta şêr li vî welatî di yek sala buhurî de sedî 93 û anegorî pênc salên buhurî sedî 47 zêde bûye.

 Li gorî ragihandina vê saziya lêkolînê ya navneteweyî şerê li Ukraynê bû sedem daxwaziyên ji bo wergirtina çek û sîlehan ji aliyê hinek welatên ewropî mîna Polonya û Norwejê Zêdetir bibin.

 Şerê Ukraynê bi hemî dûhatên xwe yên berfireh ên siyasî, eskerî, aborî, civakî û heta çandî 13’emîn meha xwe derbas dike û şandina çek û sîlehên welatên rojavayî bo Ukraynê hîna didome.