Hîngarîyayê derbara zêdebûna ihtimala destpêbûna Şerê Cîhanî yê Sêyê da hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340055-hîngarîyayê_derbara_zêdebûna_ihtimala_destpêbûna_Şerê_cîhanî_yê_sêyê_da_hişyarî_da
Serokwezîrê Hîngarîyayê ji ber helwesta welatên rojavayî ya têkildarî şerê Ukraynê da rexne kir û derbara zêdebûna ihtimala destpêbûna Şerê Cîhanî yê Sêyê da hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 14:13 Asia/Tehran
  • Hîngarîyayê derbara zêdebûna ihtimala destpêbûna Şerê Cîhanî yê Sêyê da hişyarî da

Serokwezîrê Hîngarîyayê ji ber helwesta welatên rojavayî ya têkildarî şerê Ukraynê da rexne kir û derbara zêdebûna ihtimala destpêbûna Şerê Cîhanî yê Sêyê da hişyarî da.

Serokwezîrê Hîngarîyayê Vîktor Orban ji ber sîyaseta welatên rojavayî rexne kir û hevpeymanên Kîyîvê bi berfirekirina şêrr anegorî berjewendîyên aborî yên wan tawanbar kirin û got: Cîhan ti demekê qasî nika nêzîkî Şerê Cîhanî yê Sêyê nebibû, her kêlî diqewime şerekî herêmî veguhere şerekî cîhanî, di vê rewşê da ihtimala destpêbûna Şerê Cîhanî yê Sisêyan her ku diçe zêde dibe.

Serokwezîrê Hîngarîyayê Vîktor Orban derbara ihtimala şandina leşkeran ji hêla welatên rojavayî yên hevpeymanê Kîyêvê va wek alîkarîya ji bo sekinîna himberî Ûrsêtê hişyarî da û got ku ev kara dikare xetera qewimîna şerê cîhanî zêde bike.

Salek ji şerê Ukraynê va derbas dibe û Amerîka û piştgirên Kîyêvê yên din bi şandina çekan û dirêv hewil didin dema şerê biwekalet ê dijî Ûrsêtê li axa Ukraynê dirêj bikin.