Ûrsêtê derbara projên bîyolojîk ên bitaluke yên Amerîkayê da hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340054-Ûrsêtê_derbara_projên_bîyolojîk_ên_bitaluke_yên_amerîkayê_da_hişyarî_da
Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê derbara projên bîyolojîk ên bitaluke yên Amerîkayê li Asyaya Navîn û Qafqazê da hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Ûrsêtê derbara projên bîyolojîk ên bitaluke yên Amerîkayê da hişyarî da

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê derbara projên bîyolojîk ên bitaluke yên Amerîkayê li Asyaya Navîn û Qafqazê da hişyarî da.

Fermandeyê Beşa Kîmyewî- Bîyolojîk a Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê Îgor Kirîlov di civîneke çapemenîyê da amajeyî hûrgilîyên çalakîyên labratuvarên bîyolojîk ên Amerîkayê li Ukraynê kir û got: Amerîka li Asyaya Navîn û Qafqazê mijûlê hin projeyan ji bo xurtkirina patojenên bitaluke ku sedema nexweşîyê ne bûye û diqewime destê Waşîngtonê di belavbûna nexweşîya Ebolayê da li Afrîqayê hebûbe.

Îgor Kirîlov herwiha got: Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê hin lêzanîn derheq zêde ji 100 welatîyên ukraynî da hene ku di planên bîyolojîk ên Amerîkayê da pişikdar in, herwiha şirketên mezin ên dermançêkirinê yên Amerîkayê ji bo berhemanîna patojenên bitaluke li Asyaya Navîn  û Qafqazê bi Waşîngtonê ra hevkarîyê dikin.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê di meha Nîsana sala 2022yê da derbara şebekeyeke labratuvarên bîyolojîk ên nihênî li Ukraynê hişyarî dabû ku di bin çavdêrîya Wezareta Berevanîya Amerîkayê da kar dikin.