Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340053-sersekreterê_ny_ji_ber_belavkirina_nefreta_dijî_misilmanan_rexne_kir
Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan û tirsandina ji misilmanan a bi şêwazên curbicur rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2023 13:53 Asia/Tehran
  • Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan rexne kir

Sersekreterê NY ji ber belavkirina nefreta dijî misilmanan û tirsandina ji misilmanan a bi şêwazên curbicur rexne kir.

Sersekreterê NY Antoniyo Gotereş di civîna taybet a vê rêxsitinê da ku bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna Dijî Islamfobîyayê hat lidarxistin, got: Nêzî 2 milyard misilman li cîhaên hene ku tenê ji ber îman û bawerîya xwe tûşî tesîb û cihêkarîyê dibin.

Gotereş herwiha got: Ew cihêkarîya bi tawanbarkirina civakên misilman û bernameyên medyayî yên bikîn û sedema şermê û axavtin  ûsîyasetên dije-islamî yên hin rêvebirên sîyasî xwe nîşan dide.

Sersekreterê NY herwiha got: Cihêkarî me gişka lwaz dike, ser me hemîyan ferz e ku himberî cihêkarîyê rawestin.

Şayanî gotinê ye ku li welatên ewrûpî cihêkarîya himberî welatîyên misilman û nemisilman di van salên dawîyê da gelekî zêde bûye.