Îdiaya Blînken derbarê Lihevkirinameya Navokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339694-Îdiaya_blînken_derbarê_lihevkirinameya_navokî
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dîsan îdia kir ku rêya herî baş ji bo çareserkirina meseleya navokî ya Îranê, dîplomasî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Îdiaya Blînken derbarê Lihevkirinameya Navokî

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dîsan îdia kir ku rêya herî baş ji bo çareserkirina meseleya navokî ya Îranê, dîplomasî ye.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Antony Blînken Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê roja Sêşemiyê di press-konferansekê da li Atêna paytexta Yûnanê bêyî amajeya bi derketina yekalî ya welatê xwe ji Lihevkirinameya Navokî îdia kir ku rayedarên vî welatî bawer in têya herî bibandor û mayînde têkildarî Bernameya Navokî ya Îranê, dîplomasî ye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wihab îdia kir: Ji niha û pê va deriyên gotûbêjên derbarê meseleya navokî ya Îranê vekirî ne.