Ibtalkirina bi hezaran geştên esmanî bi dû grevan li Almanê
Bi dû greva li balafirgehên Almanê zêde ji 2 hezar geştên esmanî hevgavê Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê hatin ibtalkirin.
Personelên balafirgehên Frankfurt, Iştûtgart, Monîx, Hambûrg, Dortmond, Hanofer û Brêmên ên Almanê greva 24 saetî ya xwe dest pê kirin.
Ev greva ji duh va hevgavê destpêbûna dewra 59an a Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê dest pê bûye.
Li gorî ragiandina Civata Balafirgehên Almanê, nêzî 2 hezar û 340 geştên esmanî li balafirgehên Frankfurt, Iştûtgart, Monîx, Hambûrg, Dortmond, Hanofer û Brêmên hatin ibtalkirinê ku nêzî 295 hezar rêwî ketin ber bayê vê meseleyê.
Yekitîya Karkerên Balafirgehên Almanê roja çarşemê ragihand ku muzakireya digel hikûmeta vî welatî negihîşt encamê lewma ew greva dest pê kirîye.
Berî vîya personelên çend beşên din jî li Almanê bi nîşana nerazîbûna himberî kêmbûna destmizê û şert û mercên karkirinê dest bi grevê kirin.