Şandina reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya Êrîwan- Bakûyê ji bo Koma Mînskê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339577-Şandina_reşnivîsa_hevhatinnameya_aştiyê_ya_Êrîwan_bakûyê_ji_bo_koma_mînskê
Serokwezîrê Ermenistanê ragihahnd ku naveroka reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya di navbera Êrîwan û Bakûyê da ji bo welatên hevpar ên Koma Mînskê, Saziya Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê hat şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2023 10:41 Asia/Tehran
  • Şandina reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya Êrîwan- Bakûyê ji bo Koma Mînskê

Serokwezîrê Ermenistanê ragihahnd ku naveroka reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya di navbera Êrîwan û Bakûyê da ji bo welatên hevpar ên Koma Mînskê, Saziya Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê hat şandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan, di civîna Konseya Wezîran a welatê xwe da li bara muzakireyên hevhatinnameya aştiyê ya di navbera Êrîwan û Bakûyê da got kuHêvîdar e di gotûbêjên ji bo wajokirina hevhatinnameya aştiyê da herî kêm pêşketinek pêk were.

Paşîniyan herwiha got: “Dewra din a karê li ser reşnivîsa hevhatinnameya pêkanîna aştiyê û asayîkirina peywendiyan bi Komara Azerbaycanê re kemilandine û pêşniyarên xwe şandine Bakûyê.”

Serokwezîrê Ermenistanê herwiha got ku ew hertim amade ye berpirsyariya wajokirina hevhatinnameya aştiyê di dema herî zû da bide ser milê xwe.