Zaxarova: “Biryara Rûsyê ya derketina ji Konseya Ewropayê biryareke dirust bû”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339193-zaxarova_biryara_rûsyê_ya_derketina_ji_konseya_ewropayê_biryareke_dirust_bû
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyê got: “Dengê vê dawiyê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbara bûyerên li rojhilatê Ukraynê nîşan da ku biryara Rûsyê ya derketina ji Konseya Ewropayê, biryareka dirust bûye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2023 10:23 Asia/Tehran
  • Zaxarova: “Biryara Rûsyê ya derketina ji Konseya Ewropayê biryareke dirust bû”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyê got: “Dengê vê dawiyê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbara bûyerên li rojhilatê Ukraynê nîşan da ku biryara Rûsyê ya derketina ji Konseya Ewropayê, biryareka dirust bûye.”

Mariya Zaxarova’yê herwiha got: “Vê siyaseta yekalî û karê siyasî ti têkiliya xwe bi pîvanên dadê yên navneteweyî re tine û dengê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dirustbûn û qanûnîbûna derketina welatê me ji Konseya Ewropayê di Adara sala buhurî de erê dike û dengê wê dadgehê ji bo Moskowayê ne babeteke nişkêveyî bû, ji ber ku dewama wê helwesta dijminane ye ku Welatên Rojavayî nîşan didin. Vê dadgehê daxwaza Holend û Ukraynê ya cezakirina Rûsyê hema bêje qebûl kirîye.”

Rûsyê di dawiya Çileya buhurî da ragihand ku hevhatinameyên ku bi Konseya Ewropayê re îmze kirine îbtal dike û berî ku ev yeka ji bo pesendkirinê here ber destê Dûmayê, Serokkomarê Rûsyê Vladimîr Pûtîn yê biryara taybet di vî warî da bide.