Çile 19, 2023 16:07 Asia/Tehran
  •  Germapîvên jîr li malên ewropiyan ji bo ku bikaranîna gazê di asteke nizim da bimîne

Li gorî ragihandina çavkaniyên nûçeyan, welatiyên Almanya û welatên din ên ewropî ji bo bikaranîna gazê di asteke nizim da bimîne û pêşî lê zêdebûna wê bê girtin, germapîvên jîr bi kar tînin.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya Reuters'ê, zanyariyên belavkirî ji aliyê Enistîtûya Lêkolînê ya Tado'yê li Mûnîxa Almanyayê nîşan didin, pileya germaya malên gelê vî welatî ji ber kêmbûna gazê û zêdebûna bihayê ardûyê, di asteke xwartir ji

salên berê da bûye û tevî ku welatiyan destûrên hikûmetê ji bo salifîna di mesrefkirina enêrjiyê da berçav girtine, lê di vî warî da tûşî gelek pirsgirêkan bûne.

Daneyên têkildarî bi sedan hezar germapîvên jîr li nav malan li seranserî parezemîna Ewropayê ji aliyê vê kompaniya almanî nîşan didin ku welatiyên ewropî hema bêje di rewşeke sar da dijîn û ji bo ku xercên wan zêdetir nebin, neçar in vê

rewşê tamil bikin.

Li gorî gotina berpirsên vê enstîtûya almanî, lêkolînan nîşan daye ku pêşwaziya ji germapîvên jîr li welatên ewropî ji ber zêdebûna bihayê gazê di fatûreyên wan da bi awayekî berbiçav zêde bûye.

Hikûmeta Almanyayê di destûreke nû da malên vî welatî neçar kirine ku azîl û alavên taybet ji bo pêşîgirtin li derçûna germayê bi kar bînin ku vê mijarê jî xercên zêdebarî li ser wan sepandine.

 

Serepeyv