Mekron: UKrayn nemikin e bibe endamê NATO`yê
Serokkomarê Firansayê endametiya Ukraynê nav NATO`yê ji ber tişta ku Rûsiye yê weke dijberiyekê bizanibe, dûr da zanîn.
Êmanoêl Mekron, Serokkomarê Firansayê di hevpeyvînekê de got endametiya Ukraynê li NATOyê ji ber ku Kirimlîn ewê wek dijberiyekê dizane, dûr û nemuhteml e.
Mekron di vê hevpeyvînê de got: Bi helwêsta niha ya Rûsiyê, endametiya Ukraynê nav NATO`yê ne sinaryoyeyek muhteml e.
Serokkomarê Firansayê bi vê îdiayê ku dev ji piştgiriya ji girêdana peymaneke aştîya mayinde bi Rûsiyê re bernedaye, got: Min hertim eşkere gotiye ku ez fikir nakim bikaribin vî şerî tenê ji riya leşkerî va bi dawî bînin.
Mekron her wiha bal kişand ser vê yekê ku şerê Ukraynê bûye sedem, lawaziya Ewrûpayê berbiçav bibe û pişta xwe bi hevpeymaniya bi Emerîkayê va girêde û got: Pêwîst e Ewrûpa xwe biparêze. Ewrûpa divê ji Emerîkayê di warê teknolojî û şiyanê da serbixwe bibe û di nav NATO`yê de jî bingeheke ewrûpayî ya rastîn pêk were. Eva ne projeyeke alternatîv e.