Di xwenîşandanên li Parîsê de alozî derketin
Di xwenîşandanên piştî êrişa ser Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya li Parîsê de alozî derketin.
Roja înîyê kesekî bi navê William M. yê 69 salî li Parîsê bi çekê êrişî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya kir û di ecama êrişê de 3 kurdan canê xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê xwenîşandanên nerazîbûnê destpê kirin û xwenîşanderan bang li hikûmeta Fransayê kirin ku ji bo parastina welatiyên li Parîs û bajarên din zêdetir tedbîran werbigire.
Xwenîşandanên duh li Parîsê li caddeya Dongêy ya li navçeya 10an a bajêr destpê bûn û bi hezaran kes û ber bi meydana Komarê ve çûn.
Di navbera xwenîşanderan û polîsên Firansayê da pevçûn derket û xwenîşanderan herîkêm 4 maşîn qulibandin, maşînek hat şewitandin û çend kirsdanik jî hatin şewitandin.
Parêzer Sêvê Îzol dibêje ku ``heta niha jî kujerên komkujiya berî 10 salan ku dîsa li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên kurd hatibûn kuştin, nehatine eşkerekirin û Dezgeha Dadwerîya Fransayê kesên li pişt vê êrişê eşkere nekiriye. Divê ji ber vê yekê em hestên xwepêşanderan jî fêm bikin.”