Biden bûdceya leşkerî ya Amrîkayê ya 2023’an wajo kir
Joe Biden, Serokkomarê Amerîkayê, roja Înîyê li gor dema herêmê, bûdceya leşkerî ya Amrîkayê ya 2023’an wajo kir.
Biden ev bûce di halekî de wajo kir ku ew dijberê xala îbtalkirina pêwîstiya waksînekirina Koronayê bo hêzên amerîkî bû û Komarîxwazan piştgiriya vê xalê dikir.
Li gorî gotina rayedarê Koşka Sipî, Biden û Lloyd Austin, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê li ser vê bawerê bûn ku ku betalkirina vê pêwîstiyê ne ser xêra artêşa Amerîkayê ye, lê serokkomarê Amerîkayê biryar da ku daxwazên Komarîxwazan bo betalkrina pêwîstiya wakîsnê qebûl bike da ku bikaribe vê bûceyê bide pesendkirin.
Qanûndanerên amerîkî ji ber zama aborî û xurtkirina hevrikiya leşkerî ya vî welatî bi Çîn û Rûsiyê re, bûdceyeke zêdetir bo beşa berevanî û leşkerî ya vî welatî terxan kiriye. Zêdekirina bûceya leşkerî ya Amerîkayê dikare nîşaneke din a dewama siyasetên şerxwaziyê yên Waşîngtonê li cîhanê bê zanîn.
Di vê barê de, pejirandina alîkariyên eskerî yên nû bo Ukraynê li rojhilatê Ewropayê û Taywanê li rojhilatê Asyayê ku bona rawestana li ber Rûsiyê li Ewropa û Çînê li navçeya Asya û Oqyanûsa Atlantîkê bi cih tê, tenê yê bibe sedem nakokî û pevçûn li van du navçeyên giring ên cîhanê berdewam bibin.