Nerazîtiya îtalyayiyan li hemberî bihabûnê: ''Gel birçî ye''
Gelê Îtalyayê bona protestokirina bihabûnê û dewama rewşa aborî ya dijwar li vî welatî xwenîşanan li dar xist.
Bi sedan kes li Romaya paytexta Îtalyayê duh li meydaneke vî bajarî kom bûn û pêşnumaya bûceya dewleta rastgir a Îtalyayê nedadmendane û dijî rêzikên kar û şuxilînê dan zanîn ku dibe sedem neberanberiya civakî berfirehtir bibe.
Xwenîşanderan bi rakirina hinek palkardan û nivîsên mîna ''Gel birçî ye'' û ''Divê fatûreyên cereyan û gaz û jiyanê kêm bibin'' , tivdîrên destpêvegirtin û riyazetê yên dewleta rastgir a Îtalyayê protesto kirin.
Du heftiyan berî niha jî bi dehan hezar kes li Îtalyayê bi piştgiriya hejmarek ji Sendîkayên kerkeran ên vî welatî bona protestokiorina pêşnumaya bûceya dewletê, zama du reqemî, nebûna ewlehiya li kar û şuxilînê, kêmbûna miaşê û pirgirêkên di warê tendrsutiyê de li Îtalyayê neçûn ser kar.