Erdhejeke bi hêza 6,2 rîşteran li Taywanê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338149-erdhejeke_bi_hêza_6_2_rîşteran_li_taywanê_qewimî
Erdhejeke bi mezinahiya 6.2 rîşteran di 29,1 kîlometriya bajarê Hualien'ê li rojhilata Taywanê qewimî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2022 09:58 Asia/Tehran
  • Erdhejeke bi hêza 6,2 rîşteran li Taywanê qewimî

Erdhejeke bi mezinahiya 6.2 rîşteran di 29,1 kîlometriya bajarê Hualien'ê li rojhilata Taywanê qewimî.

Li gorî rapora TRT'yê, Navenda Hejpîvandinê ya Taywanê ragihand, ev erdhej di kûrahiya 5.7 kîlometriya deryayê da qewimiye û li bajarên Taype (Taipei), bakûrê Taywanê û derdora wê hat hîskirin.

Li gorî vê raporê, hîn ti raporek li ser ziyanên canî û xisarên vê erdhejê nehatiye weşandin.

Ji aliyê din va Navenda Hejpîvandinê ya Amerîkayê mezinahiya vê erdhejê 5.9 rîşter zanî.