Berfa giran û grevê şebekeya li Birîtanyayê aloz kirin
Ji ber geva dubare ya personelên rêyên hesin li Birîtanîyayê û berfa giran û sirr û seqemê, şebekeya tiranzîtê li vî welatî aloz bûye û bi hezaran rêwî sergirdan mane.
Zêde ji 40 hezar personelên şebekeya rêyên hesin li Birîtanîyayê di çaçrova pêla nû ya grev û nerazîbûna hibmerî şert û mercên karkirinê û asta destmizan da, dest ji kar kişandine. Qetar bi awayekî sînor tên û diçin lê li pirranîya herêman nemaze li Iskatlend û Wêlzê hatine sekinandin.
Eva di halekî da ye ku ji ber barîna berfeke giran û qerisîna kolan û cadeyan hatin û çûyîna bi maşînên kesane jî zehmet bûye û trafîkeke giran li bajaran pêk hatîye. Hevgavê vê yekê bi dehan geştên esmanî ji ber berfa giran an mane derengîyê yan jî hatine ibtalkirinê.
Şeva buhurî hemî geştên balafirgeha Istanstêd a Londonê bi hegera sirr û seqemê û qerisîna bandên baalfirgehê hatin ibtalkirin. Gellek rêwî ji ber vê yekê sergirdan man û neçar man ku şevê li salona balafirgehê derbas bikin.
Eva di halekî da ye ku şeva buhurî hewa li Iskatlendê 15 pilleyan daket bin sifrê û tê payîn di rojên bê da jî 16 derceyan dakeve bin sifrê.