Bolton dil heye bibe berbijarê serokomartîya Amerîkayê
Rawêjkarê berê yê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê ragihand ku dil heye di hilbijartina serokomartîya sala 2024ê da bib berbijar.
Rawêjkarê berê yê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê, Can Bolton got ku heke berbijarên nika yên Komarxwazan ên serokomartîyê, dijî Trump dernekevin, ez amade me derbasî rikeberîyan bibin.
Bolton amajeyî gotinên Donald Trump têkildarî destûra bingehîn a Amerîkayê kir û got ku kesê ku qanûna bingehîn rastî pirsgirêkan dike, ne-amerîkî ye.
Donald Trump vê dawîyê xwest ku qanûna bingehîn a Amerîkayê were wêdadayînê.
Trump li şebekeya civakî ya xwe ya bi navê Truth`ê pêkutî ser teorîya ``birêxistina komployê di hilbijartina serokomartîyê ya sala 2020î da`` kir û xwest ku destûra bingehîn a Amerîkayê ji bo ibtalkirina encama wê hilbijartinê û vegera dubare ya wî ser desthilatê weke serokomar, were bidawîhanînê.
Trump di vî warî da nivîsî. Gelo hûn hazir in ku encama hilbijartina di sala 2020î da wêda bidin û serketîyê rastî ragihînin an hilbijartinek nû were lidarxistin; sextekarîyeke mezin wiha berfire rê dide ku qanûn û qirar û heta tişta ku di destûra bingehîn a Amerîkayê da heye, bên bidawîhanîn û wêdadayînê.