Lavrov tekezî li ser hevkariya bi Îran, Çîn, Tirkiye û Hindê ra kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337738-lavrov_tekezî_li_ser_hevkariya_bi_Îran_Çîn_tirkiye_û_hindê_ra_kir
Sêrgêy Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Înê tekezî li ser girîngiya hevkariya Moskoyê digel Tehran, Piken, Enqere û Dehliya nû û welatên din kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2022 14:04 Asia/Tehran
  •  Lavrov tekezî li ser hevkariya bi Îran, Çîn, Tirkiye û Hindê ra kir

Sêrgêy Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Înê tekezî li ser girîngiya hevkariya Moskoyê digel Tehran, Piken, Enqere û Dehliya nû û welatên din kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Lavrov di axaftina xwe li civîna serokên navçeyên Rûsiyê tevî girîngzanîna hevkariyên bi Îran, Çîn, Tirkiye û Hindê û welatên dorhêla Deryaya Xezerê ra, got: Mosko li dû îcadkirina pergaleke cîhanî ya çendcemserî ye.

Wî bi gotina vêya ku Rûsiye girîngiyê dide berfirehkirina peywendiyan digel Koma BRICS'ê (Brîks), got: Hevkariya digel Îran, Tirkiye û welatên dorhêla Deryaya Xezerê girîng e.

Wî tevî tekeziya li ser girîngiya xurtkirina hevkariyê bi Îran û Tirkiyê ra, got: Mosko meraq dike ku lihevkirinameyên zêdetir bi Hind û Çînê ra îmze bike.

Di halekî da ku piştî destpêkirina operasiyona leşkerî ya Rûsiyê li Ukraynê di 24ê Sibata 2022an da welatên rojavayî nemaze Amerîka û Brîtanyayê hewil da ku bi şandina çekên sivik û giran û girankirina boykotan Moskoyê li civaka navneteweyî bi tenê bihêlin, yekîtiya Moskoyê digel Tehran, Piken, Enqere û Dehliya nû ji berê zêdetir bûye.