Li eyaletên Maryland û Florîdayê yên Amerîkayê bi gullan 9 kes kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i337505-li_eyaletên_maryland_û_florîdayê_yên_amerîkayê_bi_gullan_9_kes_kuştin
Di encama gullebarana li eyaletên Maryland û Floridayê yên Amerîkayê de 9 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 06, 2022 06:09 Asia/Tehran
  • Li eyaletên Maryland û Florîdayê yên Amerîkayê bi gullan 9 kes kuştin

Di encama gullebarana li eyaletên Maryland û Floridayê yên Amerîkayê de 9 kes hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê; Polîsê eyaleta Marylandê roja şemiyê bi dema herêmî ragihand ku ew çûne cihê bûyerê piştî ku raporek wergirtine ku dengê gullan ji malekê hatiye bihîstin û bi 5 cenazeyan re rûbirû bûn.

Li gorî agahiyên polîsan, kujer di vê malê de pêşî 4 kes kuştine û piştre jî xwe kuştiye.

Dema ku polîs gihîştin cihê gullebarana Floridayê jî, meytên sê jin û zarokekê dîtin.

Berawirdkirina statîstîkên tundûtûjiya bi çekan di navbera Amerîka û welatên din ên cîhanê de, Amerîka welatek bi tevahî awarte ye; Tevî ku Amerîka ji sedî 5ê nifûsa cîhanê pêk tê, lê ji sedî 31ê wan kesên ku bi çekan komkujî pêk tînin tê de cih digirin.