Berteka Zaxarovayê li hember rapora NY derbarê Rûsiyê
Marya Zaxarova, Berdevka Wezareta derve ya Rûsiyê pêncşemiyê şevê got ku komîteya mafên mirovan a NY di demajoya hilkolandina heşetmîn rapora xwe ya dewreyî ya Rûsiyê, hewêsteke siyasî û bi xerez hebûye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Zaxarova her wiha got: Naveroka beşa dawiyê ya komîteya mafên mirovan diselimîne ku nêrîna karzanên vê saziyê, nêrîneke siyasî û alîgirane bûye.
Wê got: Moskowa ji biryara Konseya Mafên Mirovan dilsar û bêhêvî bûye ji ber ku daxwaza berdewam a Rûsiyê ku daxwaza paşdexistina civîna berevaniyê bo pêşerojê ji bo beşdariya nûnerên Moskowayê kiribû, berçav negiritne.
Zaxarovayê her wiha got: Mixabin ev komîteya wêne û dîmeneke derew vediguhezîne ku welatên rojavayî derbarê cinayeta artêşa Rûsyê li operasyona taybet a eskerî li Ukraynê belav dike.
Wê di dawiyê de got ku helwêsta komîteya mafên mirovan cardinê hez û meyla nûnerên wê nîşan da ku daxwaza tevlîbûna nav kempêynekê dikin ku welatên rojavayî jibo xerakirina rûmeta Rûsiyê di nav derûdorên navneteweyî destpê kirine.