Li Îrlandayê di encama teqînekê de 3 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336927-li_Îrlandayê_di_encama_teqînekê_de_3_kes_mirin
Polîsê Îrlandayê ragihand ku li rawestgeheke servîsê ya li herêma "County Donegal" a vî welatî teqînek pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2022 09:16 Asia/Tehran
  • Li Îrlandayê di encama teqînekê de 3 kes mirin

Polîsê Îrlandayê ragihand ku li rawestgeheke servîsê ya li herêma "County Donegal" a vî welatî teqînek pêk hat.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Polîsê Îrlandayê roja Îniyê ragihand ku di encama teqîna îstasyona xizmetguzariyê (servîsê) ya li herêma "County Donegal" a vî welatî 30 kes birîndar bûne.

Li gorî gotina polîsên Îrlandayê teqîn saet 15.00’an li îstasyona servîsê ya Applegreen a li derdora gundê Chrislagh ku 25 kîlometre dûrî bajarê Letterkenny ye pêk hat.

Li gorî polîsan, ev teqîn, "teqineke mezin" bû li "navçeyeke pir qerebalix" û heta niha jî hêzên rizgarker hewl didin kesên bondor wergirtî ji ber vê teqînê rizgar bikin.

Di daxuyaniyekê de polîs behsa sedema bûyerê nekiriye û gotiye, heta niha ew ne di wê astê de ne ku zanyariyên zêdetir derbarê qurbaniyên teqînê bidin.