IMF: 48 welat di bin xetereya krîza xwarinê de ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336856-imf_48_welat_di_bin_xetereya_krîza_xwarinê_de_ne
Rêvebira Sindoqa Diravî ya Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva roja Duşemê hişyarî da ku 48 welat di xetereya krîza xwarinê ya cîhanî de ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 04, 2022 05:18 Asia/Tehran
  • IMF: 48 welat di bin xetereya krîza xwarinê de ne

Rêvebira Sindoqa Diravî ya Navneteweyî (IMF) Kristalina Georgieva roja Duşemê hişyarî da ku 48 welat di xetereya krîza xwarinê ya cîhanî de ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, Georgîeva ku li konferansekê li Riyazê axiftibû, got: 41 milyon kes li cîhanê bi bêewlehîya xwarinê re rû bi rû ne.

Cezayên welatên rojava yên li dijî Rûsyayê ku yek ji mezintirîn hilberîner û hinardekarê genim e li cîhanê, krîza xwarinê ya cîhanî girantir kir. Di vê navberê de, Amerîka û welatên rojavayî îdîa dikin ku Rûsya bûye sedema krîza xwarinê ya cîhanî.