Wezîrên Enerjîyê yên YE yê civîneke awarte li dar bixin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336789-wezîrên_enerjîyê_yên_ye_yê_civîneke_awarte_li_dar_bixin
Wezîrê Pîşe û Ticaretê yê Komara Çêkê ragihand ku welatên endamê YE yê civîneke awarte bi merema hilkolandina alûgurên bazara enerjîyê li dar bixin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2022 16:03 Asia/Tehran
  • Wezîrên Enerjîyê yên YE yê civîneke awarte li dar bixin

Wezîrê Pîşe û Ticaretê yê Komara Çêkê ragihand ku welatên endamê YE yê civîneke awarte bi merema hilkolandina alûgurên bazara enerjîyê li dar bixin.

Euronewsê nivîsî ku Cozêf Sîkla Wezîrê Pîşe û Ticaretê yê Komara Çêkê di twîtekê da ragihand: Piştî hefteyeke muzakireyê, ez bangewazîya civîna awarte ya Konseya Enerjîyê radigihînim. Em ê roja 9ê Mijdarê li Berukselê bicivin.

Wî herwiha got: Em divê istiqrarê bizvirînin bazara enerjîyê. Birdayîneke di asta YE da baştirîn rêçare ye ku di destê me da ye.

Ji ber daxistina asta enerjîya raberîkirî û dilnigeranbûna ji ber kêmbûna wê di zivistanê da ku piştî êrişa Ûrsêtê ser axa Ukraynê û alûgurên vê dawîyê qewimîye, bihaya enerjîyê li Ewrûpayê jorda çûye. Bi awayekî ku bihaya ceryanê di peymanên ji bo sala 2023yê da li Alman û Fransayê anegorî sala buhurî zêdetir ji 10 qatî jorda çûye.

Helbet YE ji bo bidawîhanîna hewcedarîya bi gaza Ûrsêtê, plana kêmkirina sedî 15 ya mesrefa gazê bi merema sekinîna himberî qeyrana bihaya enerjîyê di destpêka Îlonê da cî anî. Armanc ji vê planê eva ye ku YE zimhêra gazê di zivistanê da zêde bike.