Azerbaycanê êriş kir; 3 serbazên ermenî hatin kuştinê
Îlon 29, 2022 10:13 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê ragihand ku di encama êrişa vê dawîyê ya hêzên Azerbaycanê da 3 serbazên wî welatî hatin kuştinê.
Ermenistanê duh Azerbaycan bi binpêkirina agirbesê tawanbar kir. Êrîwanê ragihand ku hêzên Azerbaycanê duh siet 8ê sibê bi hawanê û çekên giran êrişî hêzên ermenî kirin.
Wezareta Berevanîyê ya Ermenistanê ragihand ku di encama êrişa duh a hêzên Azerbaycanê da 3 serbazên wî welatî hatin kuştinê.
Vê wezaretxaneyê ragihand ku rewş ji 10ê şeva buhurî va li sînorê her du welatan asayî bûye.
Azerbaycanê jî duh di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên Ermenistanê pevçûn dest pê kirin û serbazekî azerbaycanî di encamê da birîndar bûye.