Giranbûna qeyrana birsîbûnê li cîhanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336632-giranbûna_qeyrana_birsîbûnê_li_cîhanê
Zêde ji 200 rêxistinên gelanî li cîhanê xwestin ku ji bo bidawîhanîna qeyrana birsîbûnê li cîhanê, pêngaveke navnetewî ya teqil bê rakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 21, 2022 16:53 Asia/Tehran
  • Giranbûna qeyrana birsîbûnê li cîhanê

Zêde ji 200 rêxistinên gelanî li cîhanê xwestin ku ji bo bidawîhanîna qeyrana birsîbûnê li cîhanê, pêngaveke navnetewî ya teqil bê rakirin.

Zêde ji 200 rêxistinên gelanî di nameyekê da ber bi serokên pişikdarê civîna Civata Giştî ya NY ku li New Yorkê destpê bûye, xwestin ku pêngaveke teqil ji bo kutakirina qeyrana birsîbûnê ku li cîhanê berfire û giran dibe, rakin.

Di nameya 238 rêxistinên gelanî yên 75 welatên cîhanê da ji wan ya Rêxistina Hawargiheştin û Alîkarîyê ya Aksfamê (Oxfam) da, amajeyî pêknehatina sozên serokên cîhanê di warê girtina pêşîya qewimîna dubare ya birsîbûnê ya di sedsala 21ê da hatîye kirin û hat gotin ku nika 345 milyon kes birsî ne, hejmara ku ji sala 2019ê va het nika 2 beranber bûye.

Di nameya wan rêxistinên gelanî da ber bi serokên cîhanê hatîye ku li gorî amaran, di her 4 çirkeyan da kesek ji ber bisrîbûnê li cîhanê dimire.

Hejarî, bêdadîya civakî, neberanberîya zayendî, pevçûn, guherînên av û hewayê û firkên aborî, bandorên berdewam ên koronayê û şerê li Ukraynê ji wan hegerên giranbûna qeyrana xwarekê li cîhanê ne.