3 keştiyên din yên dexlbarkirî ji peravên Ukraynê bi rê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336379-3_keştiyên_din_yên_dexlbarkirî_ji_peravên_ukraynê_bi_rê_ketin
3 keştiyên din yên dexlbarkirî ji peravên Ukraynê ber bi Tirkiyê va bi rê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2022 16:40 Asia/Tehran
  • 3 keştiyên din yên dexlbarkirî ji peravên Ukraynê bi rê ketin

3 keştiyên din yên dexlbarkirî ji peravên Ukraynê ber bi Tirkiyê va bi rê ketin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê ragihand ji peravên Ukraynê 3 keştiyên din yên dexlbarkirî bi rê ketine.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê da hat diyarkirin di çarçoveya sewqiyata dexl û dehn da îro serê sibehê ji peravên Ukrayna 3 keştiyên din yên dexlbarkirî bi rê ketine.