Mikhail Gorbachev dawîn serokê Yekîtiya Soviyetê koça dawîyê kir
Mikhail Gorbachev dawîn serokê Yêkîtiya Soviyet di 91 saliyê de koça dawîyê kir.
Gorbachev şeva Sêşembê 30ê Tebaxa 2022an ji ber nexweşiyeke giran û dûr û dirêj di temenê 91 saliya xwe de li Moskowê koça dawîyê kir.
Gorbachev sala 1985an û di temenê 54 saliyê de bû Sekreterê Giştî yê Partiya Komonîst a Yekîtiya Soviyetê. Ew hevdem di navbera salên 1985 heta 1991 serokê Yekîtiya Soviyetê bû û di dema desthilata xwe de du reformên mezin bi navên “Glasnost” û “Perestroyka” li Yekîtiya Soviyetê pêk anîn.
Mikhail Gorbachev zêdetir bi wê yekê tê naskirin ku di serdema serokatiya wî de Yekîtiya Soviyetê hilweşiya û şerê sar ê di navbera du cemserên cîhanê yên wê demê (Amerîka û Yekîtiya Soviyet) de bê rijandina xwînê bi dawî hat.
Imam Xumêynî (RE) di roja yekê ya sala 1989ê di nameyekê da bo Mîxayîl Gorbaçêv got ku komînsm dê hilweşe û pêwîst e ku Soveyt pişta xwe nekute welatên rojavayî.