Ji ber teqîna li Kabulê 5 kes hatin kuştin û birîndar bûn
Tebax 05, 2022 21:53 Asia/Tehran
Ji ber teqîna roja Înê li Kabula paytexta Efxanistanê du kes hatin kuştin û sê kes birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê ji Kabulê, Xalid Zedran berdevkê polîsê Talibanê li Kabulê, got: Ji ber teqîna berêvara Înê li taxa Serkarîzê ya rojavayê Kabulê, du kes hatin kuştin û sê ks jî birîndar bûn.
Ev teqîn di rewşekê da qewimiye ku hêzên ewlehiyê yên Talibanê tevdîrên giran bi boneya meha Miheremê bi cih anîne.