Ji bo teşwîqkirina Kîevê bi berdewamkirina şer, tankên Almanya û Polonyayê gihêştin Ukraynayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i335479-ji_bo_teşwîqkirina_kîevê_bi_berdewamkirina_şer_tankên_almanya_û_polonyayê_gihêştin_ukraynayê
Serokê ofîsa Serokomarê Ukraynayê bi weşandina peyamekê li ser tora civakî ya Twitterê ragihand, tankên ku Almanya û Polonyayê ji Ukraynayê re şandine gihêştin vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 26, 2022 11:26 Asia/Tehran
  • Ji bo teşwîqkirina Kîevê bi berdewamkirina şer, tankên Almanya û Polonyayê gihêştin Ukraynayê

Serokê ofîsa Serokomarê Ukraynayê bi weşandina peyamekê li ser tora civakî ya Twitterê ragihand, tankên ku Almanya û Polonyayê ji Ukraynayê re şandine gihêştin vî welatî.

Li gorî rapora IRNA`yê; Andriy Yermak serokê ofîsa serokkomarê Ukraynayê roja duşemê got: Tankên ku Polonya û Almanyayê ji  Ukraynayê re şandine gihêştin nav axa vî welatî û niha li ber destê artêşa vî welatî ne.

Yermak li ser Twitterê peyamek belav kir û got: Sê tankên Almanyayê yên Geppard Flakpanzer niha li Ukraynayê ne. Di peyameke cuda de, vî berpirsê Ukraynayê hatina tankên Polonî bo Ukraynayê jî piştrast kir.

Li gorî peyama Twitterê ya vî rayedarê Ukraynayê, Polonyayê tankên xwe yên PT-91 Twardy ji bo ku li dijî Rûsyayê bikar bîne, daye Kîevê.

Tevî alîkariya berfireh a Amerîka û welatên rojavayî ji artêşa Ukraynayê re, pêşdeçûna artêşa Rûsyayê li herêmên rojhilatê Ukraynayê didome.