Karesatên bikaranîna çekên atomî li konferansa Viyenê hatin vekolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334720-karesatên_bikaranîna_çekên_atomî_li_konferansa_viyenê_hatin_vekolandin
Di civîna ku roja Duşemê bi beşdariya nûnerên payebilind ên dewlet û rêxxistinên navneteweyî li Viyenê hat lidarxistin da, berûlayên karesatbar ên bikaranîna çekên atomî ji ber cinayeta Amerîkayê li Hîroşîma û Nakazakiyê hatin vekolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 20, 2022 16:14 Asia/Tehran
  • Karesatên bikaranîna çekên atomî li konferansa Viyenê hatin vekolandin

Di civîna ku roja Duşemê bi beşdariya nûnerên payebilind ên dewlet û rêxxistinên navneteweyî li Viyenê hat lidarxistin da, berûlayên karesatbar ên bikaranîna çekên atomî ji ber cinayeta Amerîkayê li Hîroşîma û Nakazakiyê hatin vekolandin.

Li gorî rapora IRNAyê, Di vê civînê da ku atmosfera wê dijî Amerîkayê bû, ji bo beşdariya hin nûnerên civaka zanistî û saziyên sivîl, bicihmayiyekî bombebarana atomî ya Nakazakiyê di sala 1945an da şehediyên xwe yên derdnak vegotin.

Kîçî Kîdo ku di 5 saletiya xwe da ev bûyera diltezîn dîtibû, got: Wî çaxî ez li kolana hemberî mala me bûm. Min dengê balefirê bihîst. Wê demê ez ketim ber tîrêja Pîkadonê û ji ber teqînê hatim kewkîkirin û bêhiş bûm.

 

Wî got: Roja din min  cesedên gelek mirovan dîtin ku li ser hatibûn komkirin.

Kîdoyî got ku rencê bicihmayiyên ji vê bûyerê bi derbasbûna demê ji nav nediçû. Ew mezintir dibûn. Tirs û stresa min derbasî zarokan, neviyan û tevahiya gel dibe.

Di vê konferansê da gelek kesan ji wan Muhemed Beradeyî, rêveberê berê yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û Kerdela Derjo endamê payebilind ê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor axivîn.

Di encama bombebarana du bajarên Hîroşîma û Nakazakiyê yên Japonê di sala 1945an da derdora 220000 hezar kesî mirin.