Kuştina sê kesan li dêrê ji aliyê kalemêrekî Amerîkî yê 71 salî ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334666-kuştina_sê_kesan_li_dêrê_ji_aliyê_kalemêrekî_amerîkî_yê_71_salî_ve
Polîsê Amerîkayê ragihand, di encama gullereşandina li dêrê li eyaleta Alabamayê de 3 kes mirin û jinek jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 18, 2022 09:26 Asia/Tehran
  • Kuştina sê kesan li dêrê ji aliyê kalemêrekî Amerîkî yê 71 salî ve

Polîsê Amerîkayê ragihand, di encama gullereşandina li dêrê li eyaleta Alabamayê de 3 kes mirin û jinek jî birîndar bû.

Li gorî rapora IRNA`yê, êvara Îniyê rayedarên polîsê Amerîkayê ragihandin ku hejmara kuştiyên êrişa kujêr a li dêra Alabamayê gihîşte sê kesan.

Qurbaniya dawiyê ya vê gulebaranê jineke 84 salî ye ku ji ber birînên xwe yên giran li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Saet 18:30 berêvara Pêncşemê ser wextê herêmê, polîs piştî agahdar bûna derbarê bûyera gullereşandinê li Dêra Episkopal a St. Stephen li Vestavia Hills, xwe gihand cihê bûyerê.

Polîs heta niha ti agahiyek li ser sebeba êrişkar belav nekiriye, lê karbidest dibêjin ku ew car caran diçû vê dêrê.