Nûnerê Parlimana Ewropayê: Mafê Rojava heye ku bomba atomê bide Ukraynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334548-nûnerê_parlimana_ewropayê_mafê_rojava_heye_ku_bomba_atomê_bide_ukraynê
Nûnerê Parlimana Ewropayê gotiye ku mafê welatên rojavayî heye ku Ukraynê li hemberî Rûsiyê bi çeka atomî bi hêz bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Nûnerê Parlimana Ewropayê: Mafê Rojava heye  ku bomba atomê bide Ukraynê

Nûnerê Parlimana Ewropayê gotiye ku mafê welatên rojavayî heye ku Ukraynê li hemberî Rûsiyê bi çeka atomî bi hêz bikin.

Di halekî da ku Rûsiyê bi caran tekez kiriye ku dil tune çeka atomî li dijî Ukraynê bi kar bîne, Radosław Tomasz Sikorski Nûnerê Parlimana Ewropayê û wezîrê derve yê Polonyayê yê berê roja Şemiyê ragihand: Mafê Rojava heye ku kumikên atomî bide Ukraynê da ku serxwebûna xwe biparêze.

Radosław Tomasz Sikorski her wiha îdia kir ku Rûsiyê Têgihîştinnameya Bodapestê binpê kiriye.

Li gorî belgeya 1994an ku ji aliyê Ukrayn, Rûsiye, Brîtanya û Amerîkayê va hat wajokirin, Kiyêvê dipejirand ku depoyên xwe yên atomî yên serdema Soviyeta berê radest bike û wajokerên vê têgihîştinnameyê soz da kurêzê li serxwebûn, serwerî û sînorên heyî yên Ukraynê bigirin.