Li Fîlîpînê erdhejeke bi mezinahiya 6,1ê rîşteran rû da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i334120-li_fîlîpînê_erdhejeke_bi_mezinahiya_6_1ê_rîşteran_rû_da
Li Fîlîpînê li herêma Luzonê erdhejeke bi pileya 6,1 rîşteran ew der hejand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 22, 2022 11:15 Asia/Tehran
  • Li Fîlîpînê erdhejeke bi mezinahiya 6,1ê rîşteran rû da

Li Fîlîpînê li herêma Luzonê erdhejeke bi pileya 6,1 rîşteran ew der hejand.

Li gorî nûçeya IRIB News’ê erdhej li gorî saeta herêmî saet 05.50’an de li herêma Luzon a girava herî mezin û pir nifûs a Fîlîpînê û di kûratiya 175 km di bin erdê de pêk hat.
Derbarê zirar û ziyanên canî heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Fîlîpîn ku nifûsa wê ji 100 mîlyonî zêdetir e, li ser kembera ku bi navê "Xeleka Agirî" tê zanîn cih girtiye ku gelek erdhejên xurt lê diqewimin.