Li Amerîkayê êrîşa bi çekan: 10 kuştî, 3 birîndar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333961-li_amerîkayê_êrîşa_bi_çekan_10_kuştî_3_birîndar
Li bajarê Buffalo ser bi eyaleta New York a Amerîkayê di encama gulebarana li supermarketekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2022 09:34 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê êrîşa bi çekan: 10 kuştî, 3 birîndar

Li bajarê Buffalo ser bi eyaleta New York a Amerîkayê di encama gulebarana li supermarketekê de 10 kesan canê xwe ji dest dan.

Şaredarê Buffaloyê Byron Brown ragihand ku di êrîşa piştî nîvro li supermarketekê pêk hat de 10 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku 4 kesên ku canê xwe ji dest dane di supermarketekê de dixebitîn û di nav kuştiyan de polîsekî xanenişîn ê ku zêrevan bû û xwest midaxeleyê êrîşkar bike jî heye.

Hat diyarkirin ku êrîşkar xortekî çermspî yê bi navê Payton Gendron ê 18 salî ye.

Şahidan diyar kirin ku êrîşkar cil û bergên leşkerî li xwe kiribûne.

Ji 13 kesên ku kiriye armanc 11 jê çermreş in

Rayedaran diyar kirin ku êrîşkarê ku ji derveyî bajarê Buffalo hatiye ji 13 kesên ku kiriye armanc 11 jê çermreş in.