Ûrsêt gefa vekişîna ji rawestgeha navnetewî ya esmanî pêk tîne
Dîmîtrî Rogozîn Serokê Ajansa Esmanî ya Ûrsêtê got: Ev biryara berê hatîye dayîn û em ne mecbûr in ku derbarê wê da bi aşkirayî biaxivin. Tenê dikarim bêjim ku salek mayî bo wê qirarê, em dê ligorî sozên xwe, şirîkên xwe derbarê bidawîhatina karê li rawestgeha esmanî ya navnetewî haydar bikin.
Ligorî rapora Rojnama Euro Newê, Rogozîn di destpêka meha buhurî da di tiwîtwkê da nivîsî: Ez ser vê bawerê me ku vegerandina peywendîyan ser rewşa asayî di navbera şirîkan li rawestgeha esmanî ya navnetewî û pirojên din ên hevpar tenê bi rakirina tam û bê merc a boykotên neqanûnî pêkan e. Piroja hevpar a rawestgeha esmanî ya navnetewî yek ji warên bisînor û kêm ên hevkarîya Ûrsêtê û welatên rojavayî ye. Bidû şerê Ukraynê, welatên rojavayî pîşeya esmangerî ya Ûrsêtê boykot kirin ku ew pîşeya nika pêrgî hin kêmasîyan bûye.