Li Ermenistanê tê xwestin ku Paşînîyan wêda here
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i333623-li_ermenistanê_tê_xwestin_ku_paşînîyan_wêda_here
Li Ermenistanê nerazîyên hikûmetê Serokwezîr tawanbar kirin ku dixwaze têkildarî meselea Qerebagê serpişkîyan bide Komara Azerbaycanê û xwestin ku ew wêda here.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2022 13:23 Asia/Tehran
  • Li Ermenistanê tê xwestin ku Paşînîyan wêda here

Li Ermenistanê nerazîyên hikûmetê Serokwezîr tawanbar kirin ku dixwaze têkildarî meselea Qerebagê serpişkîyan bide Komara Azerbaycanê û xwestin ku ew wêda here.

Kombûnên neyaran bi merema wêdadayîna Nîkol Paşînîyan Serokwezîrê Ermenistanê ji 25ê Nîsanê va li deverên curbicur ên Êrîwanê destpê bûn û di rojên din da berfire bûn. Nerzîyan dil hene ku kombûneke berfire ji destpêka Gulanê va destpê bikn.

Ciwanên nerazî yên ermenistanî jî bera xwe dane zannîgehan û ji xwendekaran xwestine ku tevlî nerazîyan bibin, Komeke nerzîyan jî ji şarê Îciwan cîyê jidêbûna Nîkol Paşînîyan va bera xwe dane Êrîwanê.

Serokwezîrê Ermenistanê di 13ê Nîsanê da li koma parlimanterên vî welatî got ku hin kes dibêjin ku heke Ermenistan serwerîya Komara Azerbaycanê li wê herêmê bi fermî nas neke, dê jibo wê bitalûke be û heke şarekî din himberî Bakûyê destpê bibe, Êrîwan dê ji ti piştgirîyeke derveyî sûdmend nebe.