Nîsan 26, 2022 15:51 Asia/Tehran
  • Lavrov: Armanca berfirehkirina NATOyê berfirehkirina navçeyên bin fermana Amerîkayê ye

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragihand: Berfirehkirina NATOyê tu têkiliyek bi armancên qanûnî yên vê peymana leşkerî tuneye.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Sêrgêy Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Berfirehkirina sînorên peymana NATOyê tu têkiliyek bi pêkhatina armancên qanûnî yên vê peymana leşkerî tuneye û armanca sereke ya NATOyê, berfirehkirina navçeyên bin fermana Amerîkayê bi armanca xurtkirina cîhana tekcemserî ye.

Vî rayedarê ûris her wiha got: Eger NATO peymaneke berevaniyê ye, çawa dikare ewlehiya vê hevpeymaniyê xurt bike, dema ku Montenegro, Makedonyaya Bakûr û Albanî kirine endamê xwe? Wî berfirehkirina NATOyê ber bi Ewropaya Rojhilat va hegerek ji bo vê îdiayê zanî ku berfirehkirina sînorên NATOyê tu têkiliyek bi pêkhatina armancên wê yên qanûnî tuneye.

Lavrov bi bîr xist ku Rûsiyê beriya destpêbûna pevçûnan derbarê endamtiya Ukraynê li NATOyê hişyarî dabû; Lê gotûbêjên derbarê garantiyên ewlehiyê aşkira selimand ku NATO û Amerîka naxwazin ku berjewendiyên rewa yên Rûsiyê berçav bigirin.

 

Serepeyv