Nîsan 25, 2022 11:09 Asia/Tehran
  • Li Amerîka û Ewropayê ji bo hevgirtina tev gelê bindest ê Filistînê xwenîşandan hatin lidarxistin

Van rojan xwenîşandanên piştgirên gelê bindest ê Filistînê li bajarê Amerîka û Ewropayê tên lidarxistin.

Hevdem di gel zêdebûna serkutkirinên Rejîma Siyonîst li dijî gelê bindest ê Filistînê, nerazîtiyên li dijî Til Avîvê li Amerîka û Ewropayê jî zêde bûne.

Li çend bajarên Amerîkayê ji wan li Chicago û Houston'ê roja Yekşemiyê xwenîşandanên dijî siyonîzmê hatin lidarxistin.

Gelê Amerîkayê di vê xwenîşandanê da bi rakirina alaya Filistînê, hin dirûşme wek şermezarkirina cinayetên siyonîstan li dijî gelê Filistînê bilind kirin.

Di vî halî da li bajarê Otavaya paytexta Kanadayê jî hin xwenîşandan ji bo piştgiriya ji gelê Filistînê hatin lidarxistin.

Xwenîşandanek jî li bajarê Amesterdama paytexta Holendê hat lidarxistin.

Li bajarê Berlîna Almanyayê jî roja Şemiyê xwenîşandaneke berfireh hat lidarxistin.

 

Gelê Inglîzê jî roja Înê bi kombûna li ber avahiya balyozxaneya Rejîma Siyonîst li Londonê, êrîşênm siyonîstan li ser nimêjkarên filistînî li Mizgefta Eqsayê û navçeyên din ên Filistînê şermezar kir. Di vê kombûnê da cihûyên dijî siyonîzmî jî beşdar bûn.

Serepeyv