Nîsan 24, 2022 15:11 Asia/Tehran
  • Di encama erdheja roja înê li Bosnayê de kesek mir

Li başûrê Bosnayê roja Înê bi pileya 6,5 rîşteran ​​erdhejek pêk hat û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da.

Reuters’ê ragihand ku roja Înîyê erdhejek bi pileya 6,5 ​​li başûrê Bosna û Hersekê hejand û di encamê de kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Piştî erdhejê çend erdhejên biçûk pêk hatin.
Karbidest û dezgehên ragihandinê duh Şemiyê gotin ku jineke 27 salî jiyana xwe ji dest da û çend kesên din jî birîndar bûn, ji ber ketina zinarekî mezin li ser mala wan li bintara çiyayekî li devera Stolk, ev bûye ji wan re qewmî.
Di erdheja ku li nexweşxaneyeke bajarê Mostarê pêk hat de gelek kes birîndar bûn.
Di erdhejê de xisareke cidî çênebû.

Serepeyv