Pevçûnên ji ber bêrêziya li Quranê li bajarên Swêdê didomin
Polîsê Swêdê ragihand ku bernameyên komeke rastgir a tundrê yên şewitandin û bêrêziya li Quranê bûn sebeb ku pevçûn di çaremîn şeva lidûhev li vî welatî ewropî bidmin.
Polîsê Swêdê di daxuyaniya xwe da aniye ku di nerazîtiyên li hemberî bêrêziya li Quranê li navçeyeke vî welatî da, zibildank hevrê di gel utubûs û erebeyek li bajarê Malmoyê li başûrê vî welatî hatin şewitandin.
Berdevkê Polîsê Swêdê got: Rewş di saet 3ê beyanî aram bû û di van pevçûnan da tu polîsek birîndar nebû, lê hejmareke welatiyan bi awayekî sivik birîndar bûn.
Heer wiha polîs li bajarê Nokorkopîngê li rojhilatê Swêdê jî neçar bûye ku guleya hişyariyê bavêje û sê kes di van pevçûnan da birîndar bûne. Çend erebe jî hatine şewitandin û herî kêm 17 kes hatine desteserkirin.
Nearamî wî çaxî dest pê bû ku komeke rastgir a tundrê ya dijî koçberan, di kombûneke xwe Quran şewitand.
Ev kiryar tûşî berteka tund a misilmanan li navçeyên cûr bi cûr ên cîhanê jî bûye.