Hilgirtina hin metalên Rûsiyê li depoyên Brîtanyayê hat qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332958-hilgirtina_hin_metalên_rûsiyê_li_depoyên_brîtanyayê_hat_qedexekirin
Li gorî ragihandina Bûrsa Metalan a Londonê (London Metal Exchange), metalên qedexebûyî mîs, qerqeşûn (zirêç) û alûmîniyom in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2022 06:33 Asia/Tehran
  • Hilgirtina hin metalên Rûsiyê li depoyên Brîtanyayê hat qedexekirin

Li gorî ragihandina Bûrsa Metalan a Londonê (London Metal Exchange), metalên qedexebûyî mîs, qerqeşûn (zirêç) û alûmîniyom in.

Bûrsa Metalan a Londonê (LME) roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku metalên hawirde ji Rûsiyê nikarin li depoyên Brîtanyayê bên ragirtin.

Bûrsê her wiha ragihand ku ev metal mîs, qerqeşûn, alûmîniyoma sseretayî û alyaja alûmîniyomê ne.

Ev biryar piştî wê yekê hat dayîn ku dewleta Brîtanyayê li gorî danezana nîveka Adara 2022an, sedî 35 sermalê zêdebarî li ser îdxalata metalan ji Rûsiyê sepand.

Biryara depokirinê, metalên ku tarîxa hinardekirina wan ji Rûsiyê beriya 25ê Adara 2022an da, nagire ber xwe.