Li Komara Demokratîk a Kongo trena bar ji rê derket: 60 kes mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332550-li_komara_demokratîk_a_kongo_trena_bar_ji_rê_derket_60_kes_mirin
Li eyaleta Lualaba ya Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber trena bar ji rêya xwe derket, 60 kesan canê xwe ji dest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2022 20:53 Asia/Tehran
  • Li Komara Demokratîk a Kongo trena bar ji rê derket: 60 kes mirin

Li eyaleta Lualaba ya Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber trena bar ji rêya xwe derket, 60 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya wî welatî, trena ku ji herêma Lubudi ya ser bi eyaleta Lualaba ve diçû bo Lubumbashi ji ber sedemekî nayê zanîn ji rêya xwe ya hesinî derket.

Li gor nûçeya di Ajansa Anadolu de jî cîh girtî, di bûyerê de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Hat ragehandin birîndar li nexwaşxaneya Cimenkat a li herêma Lubudî re hatine veguhestin û tên derman kirin.

Hat ragehandin li cîhê bûyerê xebatên lêgerîn û rizgar kirinê berdewam dike û nîgeranî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Li wî welatî herçend qedexeye jî trenên bar bi qaçaxî rêwiyan bar dikin.