Mora: Aliyên gotûbêjê li Viyenê hema bêje li hev kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i332510-mora_aliyên_gotûbêjê_li_viyenê_hema_bêje_li_hev_kiriye
Hevahengkerê gotûbêjên Viyenê atmosfera van gotûbêjan baş da zanîn û got: Aliyên gotûbêjker li Viyenê hema bêje li hev kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2022 18:04 Asia/Tehran
  • Mora: Aliyên gotûbêjê li Viyenê hema bêje li hev kiriye

Hevahengkerê gotûbêjên Viyenê atmosfera van gotûbêjan baş da zanîn û got: Aliyên gotûbêjker li Viyenê hema bêje li hev kiriye.

Li gorî rapora IRNAyê, Ênrîke Mora, Hevahengkerê gotûbêjên Viyenê roja Îniyê got ku taximên gotûbêjker biryar e ku vegerin welatên xwe û bi zûtî ji bo pêkanîna gotûbêjeke serkeftî vegerin Viyenê.

 

Ev di halekî da ye ku ev gotûbêj ji ber însiyatîfa taxima gotûbêjker a Îranê tûşî hin pêşkeftinan bûye, lê derengiya aliyên rojavayî bi taybet dewleta Joe Biden ji bo cebirandina kiryarên neqanûnî yên dewleta berê ya Amerîkayê û dewama kampanyaya zexta herî pirr, hin guman di cidîbûna vî welatî ji bo vegeriyana bo Lihevkirina Navokî pêk anîne û bûye sebeba dirêjbûna pêvajoya gotûbêjan.