Sibat 28, 2022 12:58 Asia/Tehran
  •  Malpera Arab 24: Tirsa Israîlê ji hilêxistina helwêstê di qeyrana Ukraynê da

Rejîma Siyonîst tevî ku wwezîrê karên derve yê wê bi neçarî êrîşa Rûssiyê li ser Ukraynê şermezar kiriye, lê hema wisa şepirze ye.

Bi berçavgirtina helwêstên vê rejîmê di vî warî da em dibînin ku vê rejîmê tu meylek ji bo destpêbûna vî şerî tunebûye, ji ber ku tu wextî nexwestiye ku navbera Waşîngton û Moskoyê neçar bibe ku helwêstejê hilêxîne. Ev rejîm ji aliyekî va xwe mîratbira demokrasiya rojavayî li Rojhilatê dibîne û ji aliyê din va ji bo dabînkirina ewlehiya xwe hewcedara pêwendiyên dostane di gel Moksoyê ye.

Vê rejîmê tu wextî nexwestioye ku şerekî wiha dest pê bibe, ji ber ku naxwaze pergala navneteweyî bi awayekî hevtûş di gel berjewendiyên dijminên wê biguhere û di halekî da da ku ev şer dest pê bûye, gişt hêviya vê rejîmê ev e ku nebe sebeba guhertinên leşkerî yên jkûr; guhertinên ku vê rejîmê neçar bikin ku li kêleka Amerîkayê û li hemberî Rûsiyê cih bigire. Serokên vê rejîmê ragihandiye ku ev rejîm dê bi saxî ji vê qqeyranê derbas nebe.

Serepeyv