Sibat 22, 2022 12:29 Asia/Tehran
  • Civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê alûgorên Ukraynayê

Li pey bifermînaskirina sserxwebûna komarên Dûnitsk û Lohanskê ji aliyê Rûsiyê va, Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) civîna awarte li dar xist.

Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê berêvara Duşemiyê bi ragihandina vê yekê ku Mosko serxwebûna komarên gelanî yên Dûnitsk û Lohanskê bi fermî nas dike, girêbestên hevkarî û dostiyê di gel serokên van komaran wajo kir.

Vladîmîr Pûtîn her wiha piştî bifrmînaskirina van komaran, ferman da ku hêzên parêzvanê aştiyê yên vî welatî derbasî van navçeyan bibin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rozmarî Dî Karlo (Rosemary DiCarlo), alîkara sekreterê giştî yê NY êvara Duşemiyê di civîna awarte ya Konseya Ewlekariyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) da ragihand: Sekreterê giştî yê NY biryara Rûsiyê binpêkera yekparçetî û hakimiyeta Ukraynayê û li dijî rêziknameya NY dizane.

Antoniyo Gotêrêş sekreterê giştî yê NY êvara Duşemiyê bi daxuyaniyekê tevî rexneya li hemberî bifermînaskirina Dûnitsk û Lohanskê ji aliyê Rûsiyê va, ew wek binpêkera hakimiyeta Kiyêvê da zanîn.

Rosemary DiCarloyê di dewamê da bicihbûna hêzên Rûsiyê li axa Ukraynayê sebeba mixabiniyê zanî û destnîşan kir: Gotûbêj tenha rêya çareserkirina qeyrana Ukraynayê ye û em li ser pabendiya NY derheqê hakimiyeta Ukraynayê li ser axa vî welatî tekez dikin.

Hefteya borî Dûmaya Rûsiyê bi şandina daxwazekê ji Pûtîn xwest ku serxwebûna cudatîxwazên Donbasê ji Ukraynayê bi fermî nas bike.

Donbas li rojhilatê Ukraynayê ji navçeyên Dûnitsk û Loganskê û çend navçeyên din ên ûrisnişîn pêk hatiye û van du parêzgeh di sala 2014an da piştî guhertina desthilatê li Ukraynayê bi awayê yekalî serxwebûna xwe ragihand.

 

Serepeyv