Sibat 21, 2022 00:24 Asia/Tehran
  • Rûsya: Welatên rojava wek Iraq û Sûriyê bahaneyan li hember me digrin

Îro 20.02.2022yê wezareta derve ya Rûsyayê belav kir, welatên rojava tometên nerast derbarê welatê wan de belav dikin û wek Iraq û Sûriyê heman bahaneyan ji bo Rûsyayê jî digrin.

Ajansa nûçeyan a Sputnîkê bi zimanê wezareta derve ya Rûsyayê belav kir, ku tometên nerast ên welatên rojava yên derbarê Rûsyayê de gelek nimûneyên berê tîne bîra me, ku wek bahane çêdikirin ji bo êrîş bikin ser Iraqê û Sûriyê.

Wezareta derve ya Rûsyayê dibêje demeke berdewam tomet û nûçeyên berevajî û sexte li çapemeniya Amerîka û Ewropayê derbarê Rûsyayê de tên belav kirin, ku xwedê girawî dema êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê dê aşkera bikin.

Wezareta derve ya Rûsyayê amaje bi wê yekê jî dike ku berpirsên Amerîka û NATO û Brîtanya berdewam behsa niyeta Rûsyayê dikin ku xwedê girawî Rûsya dixwaze Ukrayna dagirbike. Ew gotegotên Serokê Amerîka, serokwezîrê Brîtanya û wezîrên derve belav dikin bi temamî nerastin û berevajî ne.

Serepeyv