Zimanxelitînên Serokomarê Amerîkayê bûne babeteke dilnigeranker
Raporên derbarê xirabbûna rewşa mejîyê Joe Biden Serokomarê Amerîkayê ne tenê gelê Amerîkayê belkî welatên din jî ku ewlehîya netewî ya wan girêdayîyê biryarên Waşîngtonê ye, dilnigeran kirine.
Jeo Biden Serokomarê Amerîkayê dema hilkokandina qeyrana Efganistanê û biryara dewleta wî têkildarî derketina hêzên amerîkî ji wî welatî di Tebaxa sala 2021ê da, nişkê va xelitî û tevî gotona vê yekê ku derketina ji Efganistanê karê herîzîrekane yê pêkan bû, nişkêva xelitî û got: Lê binêrin, ne demeke baş jibo vekişînê bû.
Biden caarekê jî di hevpeyvîna tev Şebekeya NBCyê da got: Ti rêyek jibo hevgirtîkirina Ukraynê tineye-mebesta min Iraq- Efganistan e!
Zimanxelitînên berdewam dema axavtin û hevpeyvînan da bûne sebeb ku e gumana pêk were ku Serokomarê Amerîkayê ji hêla mejî û têgiheştinê va rewşa wî ne baş e.
Hin bikarînerên şebekeyên civakî jî wek berteka himberî zimanxelitînên Biden nivîsîn ku renge evana nîşaneyên têkçûna aqil mejî bin û nîşaneyek jibo dijminên Amerîkayê bin ku eva demeke baş e ku em Amerîkayê bi kar bînin.
Biden vê dawîyê jî nûçegîhanek ku pirsek ji wî derheq zamê kiribû, ew ``ehmeqê heramzade`` bi nav kiribû.
Meseleya tenduristîya rewanî ya Biden ji dema ku bûye serokomar va bûye mijara nîqaşê di navbera rayedar û kesayetîyên mêdyayî yên Amerîkayê.