Ermenistanê piştgirî da desteya pêderxistina rastîyê ya UNESCOyê li Qerebagê
Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê erkdarîya Desteya Pêderxistina Rastîyan a Sazîya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) li herêma kêşeliser a Qerebagê ji ewlewîyetên wî welatî zanî.
Ermenistanê dema şerê 44 rojî yê Qerebagê di navbera vî welatî û Komara Azerbnaycanê di sala 2020î da, çend caran leşkerên Azerbaycanê bi xirabkirina enqest a şûnewarên dîrokî û kevnare yên ermenîyan li vê yherêmê tawanbar kirin.
Lewma UNSECO`yê bi armanca parastina mîrasa çandî û mezhebî ya Ermenistanê ji xetera jinavçûna di demeke nêzîk da li erdên di bin kontrola Azerbaycanê da biryar da ku desteyeke pêderxistina rastîyan ava bike.
Wahan Honanîyan Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê jî têkildarî vê mijarê got: Êrîwan cihanîna erka desteya pêderxistina rastîyan li herêma kêşeliser a Qerebagê ku Adrêy Azolay Sersêkrêtêrê UNSECO`yê pêşnîyara wê raber kirîye, dixe rêza ewlewîyetan da.