Dengvedana Meşa Salroja Serketina Şoreşa Islamî ya Îranê li mêdyayên cîhanê
Mêdyayên ingilîsî yên welatên curbicur, bala xwe dan ser merasima meşa pirrcoş a 43yemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê.
Ajansa Nûçeyan a Associtead Press`ê di raporekê da nivîsî. Ligorî belavbûna koronayê, welatî jibo sala duyem bi hezaran maşîn û matoran roja înîyê daketin kolanan û merasima şayîya ji ber 43yemîn salvegera serketina şoreşa islamî ya Îranê lidar xistin.
Ev ajansa nûçeyan herwiha dinivîse: Girseya gel bi rakirina ala Îranê, durişmên ``mirin jibo Amerîkayê`` û ``mirin jibo Israyîlê`` qêrîyan û ji ber rabûna dijî Şah û derxistina wî ku ji piştgirîya welatên rojavayî sûd werdigirt û desthilatdarbûna rêberên islamî cej û şayî bi rê xistin.
Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê jî di raporekê da nivîsî: Gelê Têhranê di salvegera serketina şoreşa islamî da bi rakirina ala sêreng a welatê xwe ku ji camên maşînên xwe derxistibûn û ba dikirin, ber bi meydana Azadîyê va bi rêektin.
Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê herwiha dinivîse ku pêncşemê şevê û di şeva serketina şoreşa islamî ya Îranê da, weke salên berê li esmanê şarên curbicur fîşekên rûnîker hatin teqandin.
Ajansa Nûçeyan a Firansayê jî nivîsî ku gelê Îranê meşa salvegera serketina şoreşa islamî di nav maşînên xwe da lidar xistin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê jî amajeyî lidarxistina merasima salvegera serketina şoreşa islamî ya Îranê û axavtina Serokê Komara Islamî ya Îranê di vê boneyê da kir û nivîsî: Hêvîya me bi rojhilat, rojava, bakur û başûra Îraqnê ye û dewlet ti wexta hêvîya xwe bi Vîyen û New Yorkê va girênade.
Şebekeya Euro Newsê jî zincîrewêne derbarê meşa pirrcoş a gelê Îranê ya di vê rojê da li malpera xwe weşandin.
Bilî mêdyayên ingilîsî, nûçegihanên mêdyayên ereb jî bi nûçe û raporan bala xwe dan ser meşa bi boneya salvegera serketina şoreşa islamî ya Îranê.